لە سەر دۆزى کۆبانێ، ١٢٠٠ پارێزەر هەدەپە دەپارێزنDi doza Kobaniyê de 1200 parêzer dê HDPyê biparêzin
Dê roja duşemê 26ê Nisanê, li Dadgeha Enqereyê Doza Kobaniyê destpê bike.
Hat zanîn 1200 parêzer ji bo parastina HDPyê serî li Dadgeha Enqereyê dane.
Herwiha 11 şandeyên biyanî yên Ewropî û hejmareke zêde nûnerên jûra parêzeran dê Doza Kobaniyê bişopînin.
Dê li 30 welatan jî bo piştgirîkirina HDPyê û Kobaniyê çalakî werin kirin.
Di Doza Kobaniyê de Hevserokên bere yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag jî nav de 108 kes tên dadgehkirin.
Di sala 2014ê de dema DAIŞê êrîşê Kobaniyê kir li gelek bajar û bajarokên bakurê Kurdistanê li dijî hikûmeta Tirkiyeyê xwenîşandan hatin kirin û di encamê de 46 welatî canê xwe ji dest dan û nêzikê 700 welatî birîndar bûn.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ji wan bûyeran HDPyê berpirsiyar digre û wê partiye tohmetbar dike.
@avatodaykurdi