ئەردۆغان: ئامانجى ئێمە لەسەر سنوورى تورکیە و باشوورى کوردستان، دواهێنانە بە پەکەکە Erdogan: Armanca me li ser sînorên me yên başur dawîkirina PKKyê ye
Hat ragihandin ku Arteşa Tirkiyeyê ji şeva 23ê Nîsanê li dijî gerîlayên PKKyê yên li devera Metîna, Zap, Avaşîn û Qendîlê dest bi operasyoneke bejahî kiriye.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di derheqê wê operasyonê de axifî û diyar kir ku, armanca operasyonê dawîkirina hebûna PKKyê ya li ser sînorên başur ên Tirkiyeyê ye.
Erdogan dibêje, ew dixwazin bi vê operasyonê gefa PKKyê belav bikin û heta niha di operasyonê de hejmareke zêde gerîlayên PKKyê canê xwe ji dest dane.
Ji alîkî din ve medyaya nêzikê PKKyê jî radigihîne ku ji 8 lîwayên cûda yên Tirkiyeyê leşker beşdarê operasyonê bûne. Li Metîna û Avaşînê şer û pevçûnên dijwar rû didin û navçe bi balafiran tê bombebarankirin.
@avatodaykurdi