2021-04-22 22:33:24
ڕێژەی هاووڵاتیانی تورکیە کە داوای پەناخوازییان لە ئەوروپا کردووە، ٥٠٠٪ زیادی کردووە
Rêjeya welatiyên Tirkiyeyê ku daxwaza penaberiyê ji Ewropayê kirine % 500 zêde bûye
Ji sala 2015ê heta sala 2020ê, rêjeya welatiyên ku ji bo penaberiyê serî li welatên Ewropayê dane ji sedî 506 zêde bûye.
Li gor daneyên Nivîsingeha Amaran a Ewropayê, ji sala 2015ê heta niha hejmara welatiyên Tirkiyeyê ku daxwaza penaberiyê ji welatên Ewropayê kirine her sal qat bi qat zêde bûye.
Di sala 2015ê de 2 hezar û 995 welatiyên Tirkiyeyê daxwaza penaberiyê ji welatên Ewropayê kiribûn. Lê ev hejmar di sala 2020ê de gihişte 18 hezar û 145ê.
Herwiha rêjeya qebûlkirina daxwazên penaberiyê jî zêde bûye. Di sala 2016ê de welatên Ewropayê ji sedî 21ê serîlêdanên welatiyên Tirkiyeyê qebûl dikirin. Lê di sala 2019ê de ji sedî 51ê serîlêdanan hate qebûlkirin. Ev rêje di sala 2020ê de daket ji sedî 43ê.
Li gor daneyan, welatiyên Tirkiyeyê daxwaza penaberiyê herî zêde ji Almanyayê kirin. Rêjeya welatiyên Tirkiyeyê ku daxwaza penaberiyê ji Almanyayê kirine ji sedî 51 e.
@avatodaykurdi
1.5K views19:33