2021-04-25 23:41:37
لە قامیشلو ئاگربەست ڕاگەیێنرا Li Qamişloyê agirbesta mayînde hate ragihandin
Piştî şer û pevçûnên dijwar a 5 rojan û 2 agirbestên demkî ya di navbera Hêzên Ewlekariya Navxweyî û milîsên Dîfa El Wetenî de, agirbesta mayînde hate ragihandin.
Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku, bi navbeynkariya Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) û Rusyayê, di navbera wan û milîsên Dîfa El Wetenî de agirbesteke mayînde hatiye ragihandin.
Hêzên Ewlekariya Navxweyî diyar kir ku ji bo milîsên Difa El Wetenî, careke din êrîşê wan neke Rusya û HSD dilniyayî dane wan û agirbest, li ser vê sozê hatiye ragihandin.
Hêzên Ewlekariya Navxweyî herwiha da zanîn ku xelkê ku neçar mabû ji malên xwe yên li Taxa Tay birevin, dikarin piştî roja Duşemê vegerin malên xwe.
Hêzên Ewlekariya Navxweyî ya girêdayî Rêveberiya Xweser û milîsên Dîfa El Wetenî ya bi ser Şamê ji 20ê Nîsanê ve şerê hev dikirin.
@avatodaykurdi
1.9K views20:41