2023-05-13 15:19:01
کەمال کلیچدارۆغڵوو بۆ ڕۆیتەرز: بەڵگەى باوەڕپێکراومان هەیە کە ڕوسیە دەستتێوەردان لە هەڵبژاردنەکان دەکات
کرملین: تۆمەتەکانى کلیچدارۆغڵوو بێبنەما و ناڕاستن
Kemal Kiliçdaroglu bo Reutersê: Di destê me de delîlên diyar hene ku Rûsya desttêwerdana hilbijartinan dike
Kremlîn: Tohmetên Kiliçdaroglu derew in
Germûgûriya hilbijartinên Tirkiyeyê, êdî ji nav sînorên wî welatî derketiye û dike ku bibe pirseke navnetewî.
Opozîsyona Tirkiyeyê di wê baweriyê de ye ku Rûsya desttêwerdanê pêvajoya hilbijartinê dike û di vê çarçoveyê de Berbijêrê Hevpeymaniya Millet bo postê Serokomariya Tirkiyeyê Kemal Kiliçdaroglu tohmetên giran arasteyê Kremlînê dike.
Kiliçdaroglu bi riya Twittera xwe bi zimanên Rûsî û Tirkî îddia dike ku, di pîlangerî û sextekariyên ku roja Çarşemê li torên medyaya sosyal belav bûne de destê Rûsyayî heye û heke Rûsya dixwaze dostaniya wan piştî hilbijartinan jî berdewam bibe, divê destê xwe ji nav dewleta Tikiyeyê vekişe. Kiliçdarogluyî diyar kir ku, ew hê jî alîgirê hevkarî û dostaniyê ne.
Lê Koşka Kremlînê van tohmetan derew derdixe. Peyvdarê Kremlînê Dimitri Peskov dide zanîn ku, ew bi fermî radigihînin, çi desttêwerdanekê wan di pêvajoya hilbijartinên Tirkiyeyê de nebûye û yê ko ev zanyarî dane Kiliçdarogluyî derewkar e.
Ji vê bersivê hê çend deqîqe derbas nebûbû Kiliçdaroglu ji ajansa Reutersê re axaft û li ser wê Tweeta xwe got, wan di derheqê desttêwerdanên Rûsyayê de delîlên diyar hene. Eger na wî ew Tweeta li dijî Rûsyayê belev nedikir.
Roja Çarşemê hesabekê medyaya sosyal hin wêneyên seksî belav kiribûn û îddia kiribû ku wêne yên Serokê Partiya Memleket Muharrem Înce ne. Belavbûna wêneyan û çend tohmetên bi wî rengî li medyaya sosyal a Tirkiyeyê bûbû rojeva herî germ.
Muharrem Înceyî jî li ser mijarê daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku wêne, yên wî nînin.
٢٤١ ڕۆژ ڕاپەڕین
ئاڤاتودەی ـ شەممە ـ ٢٣ى بانەمەڕ ١٤٠٢
@avatodaykurdi
273 views12:19