2021-04-21 13:52:16
ئەندامی جڤاتی فەرمانداری هەپەگە بە هۆی بۆردوومانی سوپای تورکیە شەهید بوو
Endamê Civata Fermandariya HPGyê Dalokay Şanli nasnav Sînan Dersîm di encama bombebarana Tirkiyeyê de şehîd bû
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel, bi daxuyaniyekê şehîdbûna Endamê Civata Fermandariya HPGyê Dalokay Şanli nasnav Sînan Dersîm eşkere kir.
Li gor wê daxuyaniyê Dalokay Şanli, di 27ê Çiriya Pêşînê ya sala 2020ê li “Qadên Parastina Medyayê” di encama bombebarana balafirên şer ên Tirkiyeyê de şehîd bûye.
Dalokay Şanli, di nava PKKyê de postên wekî endamtiya Civata Rêveber a KCKyê, Endamtiya Civata Fermandariya HPGyê, Endamtiya Desteya Rêveber a HBDHê wergirtibû û li Ewropayê wekî berpirsê aboriya PKKyê dihat naskirin.
Di sala 2016ê de hikûmeta Hollandayê, dest danîbû ser dahatên darayî yên Dalokay Şanli û wî xistibû di nava lîsteya terorîstan.
Konseya Ewropayê, dema lîsteya ku cezakirin û qedexekirina dahatên darayî yên kes û sazgeh û rêxistinên terorîst li xwe digirt di 5ê Sibatê de dirêj kiribû. Ew lîste di 30ê Tirmehê ya sala 2020ê de hatibû eşkerekirin û navê Dalokay Şanli jî têde bû.
Herwiha Dalokay Şanli di kategoriya sor a lîsteya terorê ya Wezreta Navxwe ya Tirkiyeyê de bû.
avatodaykurdi
3 views10:52